Cegerxwin-Evîndare Welat im
Evîndare Welat im
Ji bo na her kesek yarek heye é min e welat yar e
Bele çibkim di deste dijminé xwînwar û xeddar e
Çiqas pesné giran béjim nikarim ez bidim zanîn
Çeleng û nazik û şeng û şepal û şox û cebbar e
Hezar wek min di vé ré de bi van derd û kulan kuştin
Tilisma ser devé genca, di sînga min de reşmar e
Çi zanî qîmeté vé şengeşoxé dijminé bébext
Ne wek min dil bi top û awiré yâre birîndar e
Eger çendan bi dest dijmin belé yara min e şérin
Bi navé wé bilind bûme giham gerdûné seyyar e
Bi wan lévén şekerbarın bi min da soz û peymanek
Ji min pé ve ku dil nadî kesî ew yar e, béçar e
Eve soza me jı pé re ku dil her dem bidim desta
Netirsim ez ji zindan û ji lédan û ben û dar e
Li ser her kavilı rûnim, bikim qérîn heta her kes
Ji tamara xewé rabin bibin hozan û hişyar e
Di bin lingé xwe de deynin seré dijmin wekî dûpişk
Li ser pozé xwe deynin wé gula nû pişkivî xar e
Di govenda me de her kes bi dilşadî bikin dîlan
Li şûna héstiren çavan xuşîn bén co u cobar e
Eve soza min u dilber eger bimrim di vé ré de
Ji vé dinya xweş u şérın Cegerxwîn jî, ne bé par
Cegerxwin